18 meh cezayê girtîgehê li rêveberekî PWKyê hat birîn

15 November 2024 16:07 0 dîtin
18 meh cezayê girtîgehê li rêveberekî PWKyê  hat birîn

PeyamaKurd – Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku li rêveberê wan Abdûllah Polat, cezayê 18 mehên girtîgehê  hatiye birîn.

 Daxuyaniya Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê, ya di vê derbarê de wiha ye: 

“Mehkemeya Amedê, ji ber parvekirinên wî yên li ser sosyal medyayê, bi îdîaya ku ‘’propagandaya rêxistina terorê kiriye’’ 18 meh cezaya hevsê li Rêvebirê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Abdûllah Polat birî.

Parêzerên Abdûllah Polat îtirazî vê biryarê kirin. Niha dosya dê here Mehkemeya Îstînafê.

Em vê biryara mehkemeya Amedê şermezar dikin.

Abdûllah Polat Rêvebirê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ye û tu eleqeya wî bi tu rêxistinên re jî tune ye, propagandaya tu rêxistinên din nekiriye. Ev biryar nîşana binpêkirina azadîya ramanî ye.”