19.850 dosyayên Tirkiyê li Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpa ne

15 November 2022 01:07 0 dîtin
19.850 dosyayên Tirkiyê li Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpa ne

PeyamaKurd – Li gor rapora Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê; bi hesêb 31 ê cotmeha 2022an 19.850 dosyayên Tirkiyê li dadgehê hene ku li dijî Tirkiyê doz hatine vekirin. Di pey Tirkiyê de dosyayên herî zêde ji 24 ê sibatê heya niha yên Rûsya û Ûkrayna ne. Bi hesabê roja 31 ê cotmeha 2022an jimara dosyayên ku encama wan nehatiye dayîn an biryara wan netatiye dayîn yên li ber dest 75. 350 dosya ne.

Li gor rêjeyên dadgehê; dosyayên Tirkiyê 19.850, yên Rûsya 17.050 û yên Ûkraynayê 10.750 dosya ne. Ji bilî ku ji 37 welatan 8.300 dosyayên serlêdanê hene, welatên ku jimarên dosyayên wan zêde ne ev in:

-Romanya, 4.950 dosya

-Îtalya, 3.850 dosya

-Yûnanistan, 2.850 dosya

-Polonya, 2.600 dosya

-Azerbaycan, 2.200 dosya

-Sirbistan, 1.700 dosya

-Ermenistan, 1.250 dosya.