2 efserên pilebilind ên Îranê hatin kustin

31 January 2024 20:48 0 dîtin
2 efserên pilebilind ên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşeke çekdarî de, li bajarê Neyrîz ê parêzgeha Farsê ya Îranê 2 efserên pilebilind ên polîsê Îranê hatin kuştin.

Li gorî nûçeya di medya Îranê de belav bûye, roja Sêşemê li bajarê Neyrîz ê parêzgeha Farsê, hejmarek çekdarên nenas êrîşê hêzên Îranê kiriye û di encama wê êrîşê du efserên pilibilind ên bi navê Riza Şahsewanî û Elî Şahsewanî hatine kuştin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 4 kesên din ji hêzên întizama Îranê jî di wê êrîşê de birîndar bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Fermandariya hêza Întizamiya rêjîmê Îranê jî li parêzgeha Farsê kuştina herdu efserên pilebilind û birîndarbûna 4 kesan piştrast kiriye. Hêjayî gotinê ye, ev demek e êrîşên ser hêzên rêjîma Îranê li bajarên Îranê zêde bûne.