2. Festîvala Kulîlka Behîvê ya Axtamarayê destpê kir

21 April 2024 23:13 0 dîtin
2. Festîvala Kulîlka Behîvê ya Axtamarayê destpê kir

PeyamaKurd - Li Girava Axtamarayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê  '2. Festîvala Kulîlka Behîvê ya Girava Axtamarayê' destpê kir.

Bi hatina demsala biharê re darên Girava Axtamarê yên behîvan kulîlk vedidin û dîmeneke bêhempa û bedew derdixin holê.

Bisîklethezên ku li Parka Kurtuluşê kom bûn, berê xwe dan Îslekeya Axtamarayê ya navçeya Westanê û bi wî awayî festîvalê dest pê kir.

Di pey re beşdarên festîvalê bi keştiyan derbazî giravê bûn û çalakiyên festîvalê yên wek helbestxwendin û stranginê domandin.

Dilrûba Ercan: Em dixwazin festîval her sal bê lidarxistin

Endama Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê Dilruba Ercan bi balkêşana zêdebûna beşdaran re diyar kir ku Girava Axtamarayê ji bo bajêr nirxekî pir gring e û got:.

"Em ji bo piştevaniya festîvalê hatin. Festîvalê bi tûra bisîkletê dest pê kir. Em dixwazin hemû bedewiyên dîrokî û xwezayî bi dinyayê bidin nasandin.

Di demsala biharê de darên behîvan pir xweşik kulîlk vedidin. Xelkê eleqe nîşan da. Em dixwazin festîval her sal bê lidarxistin û bibe wekî kevneşopî."

“Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî herdem bên kirin”

Abdullah Atîllayê ku bi malbatî beşdariya festîvalê bûye jî got ku her sal bi hezaran geştyarên xwemalî û biyanî serdana Girava Axtamarayê dikin û got:

"Em bi malbatî hatin vir. Me wextekî pir xweş derbas kir. Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî herdem bên kirin."