2yemîn Festîvala Sanoyê ya Seqizê destpê kir
PeyamaKurd - 2yemîn Festîvala Şanoyê ya Ziwiye ya Seqiz bi 15 leyztikên hilbijartî destpê kir.
Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, 2yemîn Festîvala Şanoyê ya Ziwiyeyê dest pê kir.
Di çarçoveya bernameya festîvala de festîval bi leyztika remzî ya ku li Keleha Ziwiyeyê ya Seqizê hat leyztîn destpê kir.
Festîvala Şanoyê ya Ziwiyeyê ku festîvaleke çandî ye, ev 5 sal in li bajarê Seqizê û 2 sal in li parêzgeha Sineyê tê lidarxistin.
"15 leyztîk hatin hilbijartin"
Birêvebirê festîvalê Emîr Zarzade li ser naveroka festîvalê diyar kir ku piştî wan banga lidarxistina festîvalê kiriye, hunermendan 83 berhemên şanoyî şandine festîvalê.
Zarzade got: "Tevî leyztikên hunermendên Herêma Kurdistanê 15 leyztîk hatin hilbijartin û wê ev leyztik di festîvalê de bên nîşandan.”
Li gorî gotina Emîr Zarzade, çand û nerît, xelkê herêmên cuda yên welat, pirsgirêkên civakî mijarên leyztikên şanoyê ne.
Festîval wê heta 7ê Îlonê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin