72yemîn Festîvala Cannesê destpê kir

15 May 2019 10:57 0 dîtin
72yemîn Festîvala Cannesê destpê kir

PeyamaKurd - Yek ji girîngtirîn çalakiya sînemayê, 72yemîn Festîvala Cannesê li bajarê Cannesê yê Fransayê destpê kir.

Festîvala Cannesê ya ku dê heta 25ê gulanê bidome, bi merasîma vekirine û galaya fîlmê Jim Jarmusch ê bi navê 'The Dead Don't Die' û meşa li xalîçeya sor destpê kir

Serokê Festîvalê yê îsal lîstikvanê meksîkî yê xelatgirê Oscarê Alejandro Gonzalez Inarritu ku bi fîlmên xwe yê bi navê , 'The Revenant' û 'Birdman' tê naskirin.

Ji bo festîvalê zêdetirî 4 hezar rojnameger û ji 90 welatên cuda 2 hezar saziyên ragihandina medyayî akredîte bûne. Festîval wê 12 rojan dewam bike û tê çaverêkirin ku nêzîkî 200 hezar kes seredanê wê bike.

Di festîvalê de 700 kes ji bo ewlehiyê hatine erkdar kirin. Herweha ji bo bergiriya ewlehiyê û li hemberî îhtimala êrişeke bi wesayît 665 bariyerên betonî hatine danîn.