2 xwusk ketin ava gola Heskîfê lê tê de fetisîn
PeyamaKurd – Li Batmanê li navça Heskîfê li gola bendava Ilısu ya bi navê Prof. Dr. Veysel Eroğlu 2 xwuşkên ku ji bo xwe hînik bikin ketin avê, lê ketin ber pêlên avê û ji ber çav wenda bûn. Bi alîkariya gundiyên der û dor û tîmên noqavê û rizgarkirinê yên şaredariya Batmanê, her dû xwuşkên bi navên Fatma Taymur û Evin Taymur ji avê derxistin.
Her dû xwuşk di bin avê de fetisîbûn û can dabûn. Ji bo otopsiyê cenazê her dû xwuşkan birin morga nexweşxana Batmanê ya perwerdê û lêkolînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin