Li Hîlwanê xwusk û bira di ava bendavê de fetisîn
PeyamaKurd – Ji navçeya Hîlwan a ser bajarê Rihayê malbatekî bo geştê çû ber bedava Ataturkê ya li Rihayê. Ji malbatê Hale Nur Mece (22) û Emirhan Mece (11) ketin avê da xwe hînik bikin lê di avê de fetisîn. Keça malbatê ya bi navê Elif Nur Mece (13) jî bi xwuşka xwe û birayê xwe ve ketibû avê lê ew ji aliyê xelkê de hat rizgarkirin û wê birin nexweşxanê. Ew ji fetisandinê rizgar bû.
Bûyer li dora nîvro çêbû. Xwuşk û birayê ku fetisîn, xelk nikaribû wan rizgar bike. Telefona tîmên AFAD ê, cendirme, îtfaiye û tîmên noqavê kirin. Piştî xebateka binavê karibûn xwe bigihînin cesedên xwuşk û bira û wan ji bin avê derbixin. Cesedên wan birin nexweşxana dewletê ya navçeya Hîlwanê û danîn morgê.
Li ser bûyerê lêpirsîna hêzên asayîşê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin