Li Mûsê di ava bendavê (bajar) de 5 kes fetisîn

08 August 2024 20:32 0 dîtin
Li Mûsê di ava bendavê (bajar) de 5 kes fetisîn

PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê li bendava Alpaslan-1ê xortên temenên wan 17-18 ji bo xwe hînik bikin 5 kes ketin ava bendava Alpaslan-1ê û nema ji wan xeber derket.

Kesên li der û dorê yên ji bo pîknîkê çûbûn bendavê dîtin ku xort ketin ber pêlan û agahiyê dan ciyên pêwendîdar. Tîmên pêwendîdar xwe gihandin ciyê bûyerê û di bin avê de li cesedên xortan geriyan. Heya niha xwe gihandine cesedên 3 kesan û ji bo dîtina her du xortên din xebata wan ya lêgerînê dewam dike.

Parêzgerê bajarê Mûşê Avni Çakır di daxwuyaniya xwe de got ku tîmên noqavê yên rizgarkirinê şandiye ciyê bûyerê û weha dewam kir:

" Ji xortan 3 heb fetisîn û jiyana xwe ji dest dan. Ji bo dîtina her du yên din xebat dewam dikin. Tîmên noqavê yên ji Diyarbekir û Wanê hatine, diçin ciyê bûyerê.”