Li Savsatê li ser arazî 3 xwusk û bira hatin kustin

11 October 2023 23:47 0 dîtin
Li Savsatê li ser arazî 3 xwusk û bira hatin kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Derya Reş li Artvinê li navça Şavşatê li gundê li gundê Çavdarliyê li mezra Hozanê li ser pirsgirêka arazî bi tivinga nêçîrê kesekî 3 bira û xwuşkan kuşt.

Di serî de kesê bi navê Sergen Yılmaz (42) dema bi Turgut Demir Pehlivan (59) û xwuşkên wî Hükmiye Çimen (67) û Leyla Yazar (64) re leqayê hev bûn, di navbera wan de munaqeşe çêbû. Piştî munaqeşe mezin bû Yılmaz bi tivinga destê xwe bera wan da.

Her dû xwuşk û bira li ciyê bûyerê can dan û tîmên 112ê cenazeyên wan ji bo otopsiyê birin nexweşxana dewletê ya Şavşatê.

Tîmên cendirmeyan kujer bi tivinga wî re xiste bin çav. Cendirme li gund tedbîrên ewlehiyê girt.