Di mîrasa mal de 2 bira hatin kustin
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li navça Rezan (Bağlar) li ser rêya Bayındırlıkê Mehmet Kan çûbû marketê da ji xwe re tiştnan bikire. Di navbera wî û pismamên wî de li navça Egilê li ser mîrasa arazî pirsgirêk hebû. Dema Mehmet Kan li marketê bû, pismamên wî Kadri û Hayri Kan ketin hundirê marketê. Di navbera wan de munaqeşe çêbû.
Mehmet Kan demança xwe kişand û li her dû pismamên xwe yên ku birane xist. Kadri Kan û Hayri Kan ku her dû bira li asayîşa Diyarbekirê dixebitîn û yek ji wan bekçî û yê din tenîsyen bû. Har dû bira li ciyê bûyerê bi guleyên demançê mirin. Li ser gilîkirina xelkê, gelek polîs û têmên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Mehmet Kan teslîm bû.
Cenazên her dû birayan piştî otopsiyê teslîmê malbatên wan kirin û hatin definkirin. Mehmet Kan bi sedema ku bizanîn zilaman kuştiye dadgehê ew girt û şand zîndanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin