Rojnamevanê Kurd Huseyin Torunlar û birayê wî yê karsaz hatin kustin
PeyamaKurd – Li Hollandayê rojnamevanê Kurd Huseyin Torunlar û birayê wî yê karsaz Ali Torunlar ên ji parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê hatin kuştin.
Li bajarê Zwolle yê Hollandayê rojnamevanê Kurd Huseyin Torunlar û birayê wî yê karsaz Ali Torunlar di dema li restorantê xwarin dixwarin rastî êrîşeke çekdarî hatin û di encamê de her du birayan li cihê bûyerê can dan.
Li gor polîsê Hollandayê diyar kir, li bajarê Zwolle yê li bakurê welat li McDonald's'ê di êrîşeke çekdarî de du kes hatin kuştin.
Hêjayî gotinê ye, Huseyin û Ali Torunlar salên dirêj e li Hollandayê dijîn û karê rojnamevanî û bazirganiyê dikin û her du bira xelkê navçeya Pilemûriyê ya Dêrsimê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin