Li Rihayê Parêzerek û birayê wî hatin kustin
PeyamaKurd – Li Rihayê, Parêzer Îsa Alkan (38) û birayê wî Omer Alkan (28), di encama şerê çekdarî yê di navbera malbatan de hatin kuştin.
Li Rihayê, di navbera xizmên hevjînên ku di pêvajoya hevberdanê de bûn de, şerê çekdarî derket. Bûyer, di saetên şevê de li Taxa Sirrin a navçeya Halîliyê pêk hat. Li gorî îdîayan, A.O., diçe gel hevjîna xwe ya ku navê wê nehat zanîn û li ber hevberdanê bûn, bipeyive.
Li ber malê, di navbera A.O. û aliyan de nîqaş derdikeve. Ev nîqaş di demek kurt de mezin dibe û vediguhere şerê çekdarî. Di dema şer de, parêzer Îsa Alkan (38) û birayê wî Omer Alkan (28) bi guleya çeka zavayê xwe A.O. birîndar dibin.
Du birayên Alkan ên bi ambulansê radikin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan, ligel hemû mudaxileyan jî, nayên rizgarkirin û can didin. Dû re cenazeyê her du birayan ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî.
Polîsan ji bo O.A. yê piştî bûyerê reviya, dest bi xebata binçavkirinê kirin. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin