VÎDEO | Parlamenterê berê û birayê xwe dema wesana zindî hatin kustin

16 April 2023 14:02 0 dîtin
VÎDEO | Parlamenterê berê û birayê xwe dema wesana zindî hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Prayagraj (Allahabad) ê eyaleta Uttar Pradesh a navendî ya Hindistanê, parlamenterekî berê dema digel polîsan birayê xwe girtî dibir nexweşxaneyê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Parlementerê berê yê Hindistanê Etîq Ehmed, doh bi birayê xwe re ji aliyê polîsan ve ji girtîgehê bo nexweşxaneyê dihat veguhestin û bi rojnamevanan re diaxivî ku dema weşana zindî, 3 çekdar ji nav rojnamevanan derketin, yekî ji wan çek danî ser serê Etîq Ehmed û ew gulebaran kir û herwiha birayê wî jî bi guleyan hat kuştin.

Etîq Ehmed ê parlementerê berê yê Hindistanê, bi tawana kuştinê dihat tohmetbarkirin û ji bo testan bi birayê xwe re ji girtîgehê ew dibirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku piştî gulebarana şeva Şemiyê 3 êrîşkarên ku xwe weke rojnameger nîşan dabûn xwe radestî hêzên emnî kirin û hatin girtin.

Li gorî vîdeoyeke belav bûye  Etîq û birayê xwe Eşref ji bo testên pizîşkî ber bi nexweşxaneyê ve têne birin û bi rojnamevanan re diaxivin û wê kêliyê jî têne gulebarankirin.

Hat zanîn ku çend roj berê kurê Etîq ê bi navê Esed jî bi guleya polîsan hatibû kuştin û Etîq hişyarî dabû ku ji aliyê polîsan ve gef lê tê xwarin.

Kurên Etîq, Esed û Ehmed û kesekî din ji doza kuştinê dihatin xwestin, destpêka vê hefteyê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Etîq û birayê xwe di serê meha Nîsanê de bi hinceta di meha Sibatê de siyasetmedarek kuştine hatibûn girtin. Etîq beriya niha di sala 2019an de bi tawana revandinê jî hatibû girtin.