Diyarbekir | 2 bira û 3 zarokên wan hatin girtin, li du kesan îskencê hat kirin

05 September 2023 20:13 0 dîtin
Diyarbekir | 2 bira û 3 zarokên wan hatin girtin, li du kesan îskencê hat kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di operasyoneke polîsan a li navçeya Çinar a Dayarbekirê de, 2 bira û 3 zarokên wan bi hinceta endamtiya PKKê hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, li taxa Selmanê ya girêdayî navçeya Çinarê, hêzên ewlehiyê di operasyona serdegirtina malan de, 2 birayên bi navên Ramazan û Davut Datumanî girtin û herwiha 3 zarokên wan ên bi navên Fatîme, Rewşen û Davut Datumanî jî ligel wanh hatin destserkirin.

Hate zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” ji bo desteserkirina wan 5 kesan biryar daye û niha ew birine Navenda Ewlehiyê ya Diyarbekirê.

Herwiha li gorî zanyariyan dema hêzên ewlehiyê Ramazan Datumanî û kurê wî Davut Datumanî destserkirine, îşkence li wan kiriye.