Li Afganistanê dibistanên zarokên keç hatin girtin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku rêveberiya Talîban a Afganistanê li bajarên Qendehar û Helmandê dibistanên zarokên keç ku ji rêxistinên sivîl piştgiriyê distînin, girtin.
Hat zanîn ku dibistinanên hatine girtin li başûrê Afganistanê wekî navend û enstîtuyên perwerdeyê bûn û ji aliyê hin rêxistinên civaka sivîl ve piştgiriya wan dihat kirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Afganistanê ragihand ku biryara girtina dibistanên navborî yên li bajarên Helmand û Qendeharê di encama lêkolîna heyetê de hatiye standin û ew dibistan hatine agahdarkirin. Lê belê rêveberiya Talîbanê sedema biryara girtina dibistanên keçan eşkere nekir.
Tevgera Talîbanê ji Tebaxa 2021ê ve hatiye ser deshilata Afganistanê ku ji wê demê ve bi hincetên îslamî keç û jinan ji kar, rêveberî û zanîngeh û dibistanan dûr dixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin