Ji ber berf û sermayê dibistanên Sine û Urmiyê hatin girtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber barîna zêde ya berfê û kêmbûna pileya germê ku gelek rê hatine girtin, li parêzgehên Sine û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê perwerdeya dibistanan rawestiya.
Rêveberê Perwerdeya parêzgeha Sineyê Haşim Nazmî Celal ragihand ku ji ber sermeyê û barîna berfa zêde rê hatine girtin û pirsgirêkên çûnûhatina dibistanan çêbûne ku li hemû bajar û gundên parêzgehê perwerde ji îro Pêncşemê 5ê Çileyê pê de rawestiyaye.
Hat diyarkirin ku ezmûnên îro yên dibistanan jî ji bo demeke din hatine paşxistin.
Rêveberiya parêzgeha Urmiyê jî ragihandiye ku daîreyên fermî yên parêzgeha Urmiyê ji ber kêmbûna pileya germê û kêm xerckirina enerjiyê 2 demjimêran dereng hatine vekirin ku wê heta roja Şemiyê barîna berfê berdewam bike.
Rêveberiya parêzgeha Urmiyê diyar kir ku ji ber barîna berfê û sermayê dibistanên bajarên Bokan, Serdeşt û Tîkabê hatine girtin û ezmûn nayên kirin ku li gorî pêşbîniyan wê barîna berfê heta roja Şemiyê jî bi xurtî berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin