Hunermend ji bo Heskîfê derketin ser dikê: Ji bo Heskîfê hêj ne dereng e!
PeyamaKurd - Hejmarek stranbêj ji bo balê bikişînen ser rewşa bajarê dêrîn Heskîfê, li Stenbolê derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Stanbêjan bang li rayedaran kir ku Heskîf di bin avê de nemîne.
Bizava Ji bo Heskîfê, ji bo balê bikişîne ser rewşa bajarê dêrîn Heskîfê, û piştgiriyê bidin helmeta li hemberî Bendava Ilisuyê duh li Beyoglûya Stenbolê konsertek saz kir. Konsert bi beşdariya bi dehan stranbêjan birêve çû.
Endamên Bizavê di nava stranan de derbarê tarîx û girîngiya Heskîfê de hindek zanyarî belav kirin ku cih û bibîr xistin ku Heskîf warekî 12 hezar salî ye.

Konsert li cihê bi navê Collective-Teraceyê pêk hat û ev stranbêj beşdarî konsertê bûn:
Apolas Lermi, Ali Dogan Gunultaş, Cem Erdost Îleri, Çigdem Karaman, Çigdem Ulku, Dogan Çelik, Diljen Ronî, Dodan, Erkan Ogur, Îsmail Hakki Demircioglu, Fungistanbul, Îlker Îsabetli, Gerduni, Seyr-i Cem, Luxus, Meltem Taşkiran, Merih Aşkıi, Musa Baki, Mubîn Dunen, Pinar Aydinlar, Sema Moritz, Talebe, Taylan Yıldız û Siya Siyabend.
Li ser navê Bizava Jiyandina Heskîfê Nîlufer Perîhan Kurtoglu axivî û teksta hevpar xwend. Kurtoglu behsa tarîxa Heskîfê kir û got Heskîf cêwiya Xerabreşkê ye. Kurtoglu bang li UNESCOyê kir ku tavilê xwedî li Heskîfê derkeve û divê her UNESCO xemsariya xwe xera bike. Kurtoglu da zanîn ku bobelatek civakî li benda wan sekiniye û got: “Çi ji destê kî tê divê ji bo Heskîfê bike û bikeve tevgerê.”
Piştî axaftinê hunermend yek bi yek derketin ser dikê û ji bo Heskîfê stranên xwe pêşkêş kirin. Hunermendan jî da zanîn ku ji bo Heskîfê hêj nedereng e û pêwîst e ew der radestê rantê neyê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin