Ji New York Timesê manseta Heskîfê: ‘Bû qurbanê hêrsa Erdogan’
PeyamaKurd – Rojnameya Amerîkî New York Times, îro bi manşeta Heskîfê û bendava Ilisuyê derket pêşberî xwendevanên xwe ku di sernavê nûçeyê de hatiye gotin, ‘Ji bo xweşiyê binavkirina gencîneya dîrokê’.
Di nûçeya ku ji aliyê berpirsa ofîsa Stenbolê ya rojnameyê Carlotta Gall ve hatiye amadekirin de tê diyarkirin ku niha ew newal di bin avê de ye û 70 hezar kes ji warê xwe derbeder bûn.
Herwiha tê gotin, şêniyên Heskîfê ‘Bûn qûrbanên hêrsa guherînê ya Erdogan' ku Bendava Ilisuyê wekî projeya Erdogan bi nav dike.
Di nûçeyê de tê bibîrxistin ku dema çêkirina bendavê nêrînên xelkê herêmê nehatine standin û niha Heskîf binav dibe.
Herwiha tê gotin ku gelek şûnwarnas û hawîrparêz ji ber vê projeyê aciz in, lê tevî hemû bertekan jî nekarîne li hember otorîterbûna Erdogan bi ser bikevin.
NYT dibêje, bi fermana rayedaran gelek xaniyên Heskîfê hatine hilweşandin û bajaroka nû hatiye avakirin jî ji aliyê gelek şêniyên Heskîfê ve nayê hezkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin