Hunermendan ji bo Heskîfê li Muzexaneya Louvreyê çalakiyek pêk anîn

28 June 2019 18:36 0 dîtin
Hunermendan ji bo Heskîfê li Muzexaneya Louvreyê çalakiyek pêk anîn

PeyamaKurd - Hunermend ji bo balê bikşînin ser Heskîfê û ji bo Heskîf di bin avê de nemîne li yek ji navendên herî mezin ê hunerê Muzexaneya Louvreyê çalakiyek pêk anîn.

Ji ber Bendava Ilusuyê dîroka Heskîfê dê di bin avê de bê hiştin. Hunermendan ji bo balê bikşînin ser Heskîfê û ji bo Heskîf di bin avê de nemîne Muzeya Louvre ya Parîsa Fransayê dagir kirin. Wênesaz û Rojnameger Zehra Dogan, Hunermend Armanca Kerboranî, Hunermend Thomas Lamouroux û  Aurêlie Gerardin, Wênekêş Sadik Çelik ji bo balê bikşînin ser Heskêfê li ber muzeyê kom bûn. 

Kesên ku hatibûn serdana muzeyê piştgirî dan hunermendan. Hunermendan stranên bi Kurdî gotin û li ser bedena xwe "Heskîfê rizgar bike" nivîsandin û li nav kesên ku hatibûn serdana Heskîfê geriyan. Kesên ku hatibûn serdana muzeyê piştgirî dan hunermendan. 

Hunermendan anîn ziman ku divê li dijî hilweşandina dîrokê UNESCO û Muzeya Louvre bêdeng nemîne. Çalakî bi lîlandina hunermendan bi dawî bû ji aliyê rojnamevanan ve jî hat şopandin.