Qedexe: Deverên Heskîfê wek ‘herêma ewlehî ya leskerî hate ragihandin

20 June 2024 13:32 0 dîtin
Qedexe: Deverên Heskîfê wek ‘herêma ewlehî ya leskerî hate ragihandin

PeyamaKurd - Parêzgeriya bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê ragihand ku bejahiya Heskîfê wek herêma ewlehiyê ya leşkerî hatiye diyarkirin û hişyariyê da ku welatî bêdestûr nekevin van herêman.

Parêzgeriya Batmanê da zanîn ku 30 deverên dikevin herêma bejahiya Heskîfê wek herêma ewlehiyê ya leşkerî hatine destnîşankirin.

Parêzgeriyê got ku ew dever di bin kontrola Fermandariya Cendirmeyan a bajêr de ne û divê welatî bêdestûr nekevin wan deverên ku hatine destnîşankirin.

Parêzgeriyê agahdar kir ku di derbarê welatiyên ku bêdestur bikevin nav wan deveran de wê kiryarên cezayê bêne pêkanîn.

Qedexeya herêma ewlehiyê ya leşkerî ya ku di 19ê Pûşperê de destpê kiriye, wê heta 3yê Tîrmehê bidome.

Ev biryara parêzgeriya Batmanê, piştî daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya ku angaştibû di operasyonên leşkerî yên li çiyayên Agirî û devera Batmanê de, 5 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane, hat.