20 TIR li ser rêya Wan-Geverê di berfê de man

11 January 2022 02:05 0 dîtin
20 TIR li ser rêya Wan-Geverê di berfê de man

PeyamaKurd – 20 TIR li serê rêya Wan-Geverê bi sedema barîna berfa zêde û bamiştê di rê de asê man. Berf piştî nîvro dest bi barînê kir heya kes nema karibû ji ciyê xwe tevbigere. Ber destê êvarê ji ber rê şematek bû 20 TIR li ser rê asê man. Hinek ji wan alavan ji ser rê derketin û ketin kenarê rê.

Ajotvanên alavan û rêwî ragihandin ku ew li benda tîmên rêne da herin wan rizgar bikin û rê ji berfê paqij bikin.