Li Geverê rêya baregeha leskerî ji berfê hat girtin: 4 metre berf bariya

16 December 2022 23:04 0 dîtin
Li Geverê rêya baregeha leskerî ji berfê hat girtin: 4 metre berf bariya

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê li herêma leşkerî ya Gollerbaşi ji ber barîna berfa zêde rêya leşkerî hat girtin. Sitûriya berfê ji 4 metreyan derbas kir. Li ser girtina rê, tîmên rêvebiriya taybet yên dewletê bi xebatekî zêde karibûn rê vekin.

Bilindahiya deverê ji deryayê 4.135 metreye û hefteya berê jî lê berfa zêde bariyabû. Seha leşkerî ji navenda Geverê 40 km dûr e. Rêya bi dirêjahiya 7 km yan karibûn di 3 rojan de ji berfê paqij bikin.