Li Dêrsimê berfê rêya 222 gundan girt

29 December 2024 00:03 0 dîtin
Li Dêrsimê berfê rêya 222 gundan girt

PeyamaKurd – Li herêma Dêrsimê berfa zêde bû sedema girtina rêyên 222 gundên Dêrsimê û têkiliyên gundan û navenda bajêr ji hev birî.

Parêzgeriya Dêrsimê ragihand ku xebata ji bo vekirina rêyên gundan dewam dike. Li hinek deverên Dêrsimê jî ji ber şertên hewayê elektrîk hat birîn.

Li Dêrsimê ji do heya niha berf dibare. Dema rêyên gundan ji berfê hatin girtin û li hinek deveran elektrîk hat birîn, ji bo karibin tamîra têlên an trafoyên elektrîkê bikin divê rê ji berfê bên paqijkirin.