Li Elezîzê ji ber barîna berfê rêya 27 gundan hat girtin
PeyamaKurd – Li navçeya Karakoçan û Kovancilarê ya Elezîzê ji ber barîna berfê rêya 27 gundiyan hat girtin.
Li gor agahiya ku ji Midûriyeta Xizmetên Rê û Veguhastinê ya Îdareya Taybet a Parêzgeha Elezîzê hat hildan, li deverên bilind ên bajêr barîna berf û bayê bi bandor e.
Ji ber berfê li navçeya Karakoçanê rêya 22 gundan û li navçeya Kovancilarê jî rêya 5 gundan li çûnûhatinê hatin girtin.
Ekîb ji bo vekirina rêyên gundan ên girtî ji çûnûhatinê re xebatên xwe didomînin.
Li aliyê din ji ber berfê li ser rêya gundê Koma Bagûlû ya navçeya Kovancilarê, li ser rêya koma Okçular û ya Tirnikê ya li ser rêya koma navçeyên Palu-Arîcakê ji ber berfê hin wesayît li ser rê asê man.
Ekîbên ku hatin herêmê bi xebatên ku kirin re rêyên çûn û hatinê vekirin.
Li herêmên ku barîna berfê dewam dike, li hemberî geşedanên muhtemel ekîb di amadebaşiyê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin