Serhed di bin berfê de ma: Rêya gelek gundan ji ber berfê hatiye girtin

30 December 2019 14:23 0 dîtin
Serhed di bin berfê de ma: Rêya gelek gundan ji ber berfê hatiye girtin

PeyamaKurd - Li Wan, Bedlîs û Colemêrga bakurê Kurdistanê ji ber berf û bagerê rêya 62 tax û gundan hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li navçeyên Miks, Ebeq, Payîzava, Şax û Bêgiriyê rêya 18 taxan girtî ye. Tîmên rêvekirinê ji bo vekirina rêyan dixebitin û hat diyarkirin ku rêya van taxan wê di demek kin de bên vekirin. 

Li Colemêrgê jî berf û bagerê rêya 2 gund û gundikên ser bi navendê ve û gundek û 2 gundikên navçeya Geverê girtine.

Li Bedlîsê jî berf û bagerê rêya 33 gundan hat girtin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêmê, tê çaverêkirin ku li seranserê herêmê hewa ewrayî be, di saetên êvarê de li Colemêrg, Bedlîs û başûrê Wanê berf were.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wan û Mûşê 5, li Colemêrgê 4, li Bedlîsê pileyek tê texmînkirin.