Li bakur berfê rêya 158 gundan girt

19 March 2024 15:41 0 dîtin
Li bakur berfê rêya 158 gundan girt

PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê, li parêzgehên Wan, Bêdlîs û Mûşê ji ber barîna berfa zêde, rêyên 158 gundan hatin girtin. Ji aliyê din ve hate ragihandin ku rêya Colemêrg û Şirnexê jî ji ber aşûtê hatiye girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji doh êvarê ve berf dibare û welatî di jiyana rojane de bi gellek astengiyan re rûbirû man.

Tîmên şaredariyan û saziyên îdareyên taybet ên bajaran xebatên vekirina rêyan didomînin.

Şaredariya parêzgeha Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berfa zêde ya ji doh êvarê ve destpê kiriye, rêyên 11 gundan hatine girtin.

Tîmên Şaredariya Wanê li navenda bajêr û gundan ji bo paqijkirina berfê xebatan dikin.

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Bêdlîsê Umit Kurtkan jî got ku li tevahiya bajêr ji ber berfa zêde rêya 45 gundan hatiye girtin.

Umit Kurtkan da zanîn ku xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.

Ji aliyê din ve Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand ku li parêzgehê ji ber berfa zêde rêya 102 gundan hatiye girtin.

Şeyhmus Yentur got: “Biharê berf dibare. Li herêmên bilind berfê bandoreke neyînî li jiyanê dike. Tîmên me ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe dikin.”

Her wiha li herêma Depînê ya Colemêrgê aşût çêbû û berfeke zêde bi ser rêya Colemêrg - Çelê û Colemêrg - Şirnexê de hat. Ji ber aşûtê rê hatin girtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Saziya Rêyên Bejahiyê û tîmên Şaredariya Colemêrgê çûn cihê bûyerê û dest bi paqijkirin û vekirina rê kirin.