Li Dêrsimê rêyên 255 gundan ji berfê hatin girtin
PeyamaKurd – Li herêma Dêrsimê û der û dora wê barîna berfê dewam dike. Rêyên 255 jîngehên herêma Dêrsimê ji berfê hatin girtin. Li nav bajarê Dêrsimê qaliniya berfê gihaye 20 cm yan û li deverên bilind ji 70 cm yan derbas kiriye. Tîmên şaredariyê ji bo berfa nav bajêr bihelînin li kolanan xwê direşînin.
Ji ber berfê rêyên jîngehan yên ku ji berfê hatine girtin, jimara jînghên bi ser navenda bajêr 49, li navça Çemîşgezekê 10, li Hozatê 22, li Pulumurê 41, li Mazgîrtê 48, li Nazimiyê 21, li Ovacikê 36, li Pertekê 28 gundin ku niha rêyên wan ji ber berfê girtîne. Sekreterê giştî yê rêvebiriya taybet ya bajarê Dêrsimê Nazif Yıldırım ragihand ku wê di demeke kurt de rê vebin û weha got:
“Îro rêya 255 gundên me ji berfê girtîne. Xebatkarên me û alavên me yên rêvekirinê, dixebitin da rêyan vekin û xelk mexdûr nebe. Me bernama xwe çêkiriye wê ewilî rêyên gundan yên esasî û paşî rêyên wan gundên ku firkin bên vekirin. Em di hefteyê de her roj û di rojê de 24 siet dixebitin.”
Tîmên vekirina rê yên Dêrsimê her weha li ser rêyên ku daîma ji barîna berfê tên girtin yên navbera bajarên Dêrsim û Ezirganê li devera Cankurtaranê û di navbera Ovacik-Hozat ê de li devera Karaoğlanê ku li her dû deveran dema berf dibare, bi berfê û bamişta berfê re têdikoşin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin