Li Dêrsimê ji ber berfê 20 rêyên gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê ji ber ku do êvarê berfa zêde li navça Pumurê, Uvacikê, Nazimiye û Hozatê bariya, rêya 20 gundan ji berfê hat girtin. Rêvebiriya bajêr ya taybet dest bi xebata vekirina rêyên navça kir. Parêzgeha Dêrsimê ji bo xebata vekirina rê weha got:
“Bi barîna berfê re xebata vekirina rêyan dewam dike. Tîmên me yên bi berfê re têdikoşin, bi dorê, tîmên tenduristiyê, yên xwendevanan dibin dibistanan û tîmên me yên gundan xebatên xwe dewam dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin