Li Dêrsimê rêyên 32 gundan j berfê hatin girtin

02 April 2020 00:33 0 dîtin
Li Dêrsimê rêyên 32 gundan j berfê hatin girtin

PeyamaKurd- Di 1 ê nîsanê de li bajarê Dêrismê berfa zêde bariya û bû sedema girtina rêyên 32 gundan. Tîmên vekirina rê yên ji berfê, car din dest bi tevgera vekirina rêyan kirin. Berf li navçeyên Pulumurê, Nazimiye, Hozat û Owacixê bariya.

Berfa vê carê serê sibê di 04.00 ê sibê de destpêkir û bi destpêkirina berfê re tîmên vekirina rêyan jî bi barîna berfê re dest bi xebata xwe kirine.

Bi sedema ku darên fêkiyan kulîlkên xwe vekirine,serma berfê zerarê dide kulîlkan.