Li Wanê ji ber berfê rêyên 56 gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Li Wanê ji ber berfê rêyên 56 gundan hatin girtin, seferên balafiran jî bi derengî ketin.
Ji ber barîna berfê ku ji do ve bi bandor e, li navenda bajêr qalindahiya berfê ji 30 santîmetre derbas bû, li cihên bilind jî qalindahiya berfê derket 45 santîman.
Li parêzgehê ku şofêran di trafîkê de zehmetiyan dikişand, berf li ser dar û wesayîtan kom bû û peya jî di peyarêyan de bi zehmetî dimeşin.
Li tevahiya bajêr ji ber berfê sewqiyata 34 tax û 22 mezrayan bi tevahî 56 mezrayan nayê kirin.
Ekîbên tekoşina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo ku neyîniyek çênebe li kuçeyên sereke xebitîn.
Xwediyên erebeyan berfa li ser wesayîtên wan kom bûbû û esnafan jî berfa li ber kargehên xwe paqij kirin.
Barîna berfê li Wanê bandoreke neyînî li geştan jî kir. Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê geştên ku ji Wanê ber bi Stenbol, Enqere û Antalyayê hatibûn plankirin, dereng ketin.
Ji ber barîna berfê û hewaya sar a ku do li Wanê bi bandor bû, li navçeyên Îpekyolu, Edremît û Tûşbayê perwerdeya otobusan rojekê hat sekinandin. (Çavkanî: AA-UAV)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin