Li Kanîresê û Tetwanê berfê rêyên gundan girt
PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê du roje berf dibare û berfê rêyên 18 gundan girt. Rêyên her 18 gundan ji do (22.03.20224) êvarê de girtîne.
Ji serê siba de rêxistina rêyên bejayiyê ya dewletê dixebite da rêyan veke û karibû rêyên 15 gundan veke. Rêyên 3 gundan niha girtiye lê barîna berfê jî dewam dike. Dibe car din rêyên heman gundan bên girtin.
Li bajarê Çapaqçûrê li navça Kanîreşê berfê rêyên 25 gundan girt û xaniyên yek qat di bin berfê de man. Qaliniya berfê giha 25 cm.yan û rêxistina rêyên bejayiyê û ya taybet ya bajêr dixebitin da rêyan ji berfê vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin