Li Dêrsimê rêya 216 gundan girtiye
PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê bi sedema barîna berfa zêde rêyên 216 gundan hatin girtin. Ji bo rêyan ji berfê vekin xebatên rêvebiriya parêzgehê dewam dikin.
Ji gundên navendê 27, ji yên Çemîşgezekê 16, ji yên Hozatê 20, ji yên Mazgîrtê 57, ji yên Nazimiyê 21, ji yên Ovacikê 23, ji yên Pertekê 23 û ji gundên Pulumurê 29 gund rêyên wan ji berfê girtîne.
Li seranserê bajêr navber dan xwendina di dibstanan de û xebatkarên seqet naçin ser kar û parêzgeh îznê da wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin