201 welatiyên Herêma Kurdistanê ji Enqere û Stenbolê hatin vegerandin
PeyamaKurd - Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku 201 welatiyên xelkê Herêma Kurdistanê bi balafiran ji bajarên Enqere û Stenbolê yên Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.
Fermangeha Pêwendiyên Derve herwiha daye zanîn, ku vegerandina wan kesan li ser ferman û raspardina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûye.
‘Tevdîrên pêwîst ên li hemberî vîrusa koronayê hatine wergirtin’
Ji bo wan kesên ku hatine vegerandin jî, her li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê tevdîrên pêwîst ên li hemberî vîrusa koronayê hatine wergirtin, dê li ser wan pişkinin bên kirin û dê ji bo dema 14 rojan di karantînayê de bimînin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Rêveberê Protokolê li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Helgurd Saleyî ragihand, ev 12mîn karwana welatiyan e ku bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê bo welat tên vegerandin. Helgurd Saleyî herwiha got, beşek ji hemwelatiyan jî ku li Tirkiyê asê mabûn, bi rêya deriyên sînorî hatine vegerandin.
‘Heta niha hezar 470 kes hatin vegerandin’
Saleyî amaje bi hejmara wan kesan jî kir ku heta niha bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê ve hatine vegerandin û diyar kir, heta niha hezar 470 hemwelatî di rêya Balafirxaneya Hewlêrê re bo welat hatine vegerandin.
Rêveberê Protokolê li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ew hemwelatiyên ku li welatên derve asê mane û nikarin vegerin welat, dikarin peywendî bi nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin