22 girtiyên jin ên di Girtîgeha Evînê de tundiya cinsî ya li ser xwe protesto kir

07 October 2024 14:30 0 dîtin
22 girtiyên jin ên di Girtîgeha Evînê de tundiya cinsî ya li ser xwe protesto kir

PeyamaKurd –  Komek ji 22 girtiyên jin ên siyasî yên di Girtîgeha Evînê ya li Tehrana Îranê, bi weşandina daxuyaniyeke hevpar, berpirsên girtîgehê bi “zextkariya fizîkî” û “tacîza cinsî” tohmetbar kirin û daxwaza rawestandina van kiryaran kirin û balkişandin ser şert û mercên xwe. Van girtiyan ragihand ku ger rayedar bersivê nedin daxwazên wan, ew ê bertekên xwe berfirehtir bikin.

 Di metna daxuyaniya weha de weha hatiye gotin: “Em weke komek girtiyên jin ên siyasî û bîrdozî yên li girtîgeha Evînê, bi armanca şermezarkirina lêgerînên ne kevneşopî yên bedenî û destdirêjiya cinsî ya li ser hinek girtiyan a dema van lêgerînan, daxwaza rawestandina van rêbazan û çareserkirina rewşa heyî dikin. Ger guh nedin van daxwazên me, em ê çalakiyên protestoyî li dar bixin.”

Van girtiyan di daxuyaniya xwe de tekez kiriye ku gelek ji wan dema lêgerînên laş ên li girtîgeha Evînê rastî îstîsmara cinsî hatine û ev kiryar, weke “nemirovî” û “neqanûnî” bi nav kirine. Ji rayedarên girtîgehê xwestine ku demildest dawî li vê rewşê bînin.

Di salên derbasbûyî de, gelek nûçe ji aliyê girtiyên jin ên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ve hatine weşandin ku di wan raportan de, behsa gelek bûyerên destdirêjiya cinsî yên di girtîgehên Îranê de dihat kirin. Ev nûçe nîşan didin ku lêgerîn laş bi taybetî a girtiyên jin ji bo şermezarkirin û bêzarkirina wan tê kirin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, van girtiyan hişyarî daye ku eger daxwazên wan neyên cîbicîkirin, dê çalakiyên protestoyî zêdetir ji aliyê wan ve bên kirin, lê wan hûrgiliyên zêdetir ji curê van kiryaran negotin. Di vê daxuyaniyê de her weha bal kişandin ser civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan û xwestin derbarê rewşa girtiyên jin ên di girtîgehên Îranê de baldartir bin.