439 girtiyên li Batmanê sandin girtîgeha Diyarbekirê
PeyamaKurd – Piştî serhildana girtîgeha Batmanê ya şeva borî li dijî yasaya înfazê hatibû kirin, 439 girtiyên li Girtîgeha Batmanê şandin girtîgeha T4 a Diyarbekirê.
Li gorî daxuyaniyên fermî, girtiyên qawîşên ji tawanên tilyakê têne darizandin, şevê din agir berdane girtîgehê û bi diruşmeyan yasaya înfazê ku wan hilnagire nav xwe protesto kirin.
Rayedaran ragihand ku rewş hatiye kontrolkirin û ti mirî û birîndar çênebûne, lê malbatên girtiyan hîna jî li ber girtîgehê ne.
Malbatan xwest ku derbarê aqûbeta xizmên xwe yên girtî agahiyê bistînin. Rayedarên girtîgehê li ser israra malbatan, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da û got, girtiyên di qawîşên A1-2-3-4-5-7-8-9-10-11-16-18, B3-5-7-12 de sewqî Girtîgeha T4 a Diyarbekirê hatine kirin.
Hat ragihandin ku 439 girtî sewqî girtîgeha Diyarbekirê hatine kirin û di girtîgeha Batmanê de jî, 202 girtî mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin