3 xwendekarên Kurd ên pêlî ala Amerîka û Îsraîlê nekirin hatin girtin
PeyamaKurd - Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, 3 xwandekarên zankoyê, bi hinceta ku pê li alayên Amerîka Îsraîl nekirine” hatin girtin.
Malpera Hengaw a ku bûyerên binpêkirinan li Rojhilatê Kurdistanê belav dike ragihand ku doh êvarê sê xwandekarên zankoya Kurdistan ya bajarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatin girtin.
Hat zanîn ku ew xwandekarên kurd beşdarî xwepêşandana li dijî xistina firokeya sivîl ya Ukrayanî ku bi moşekên supaya pasdarên Îranê ve hatibû xistin bûne.
Li gorî zanyariyên Hengawê wan xwendekaran pê li alayên Amerîka û Îsraîl, yên ku berpirsên zankoyê li ber dergehê zankoyê çêkiribûn, nekirine û ev jî bûye sedema hêrsbûna îstixbarata Îranê û ji ber wê jî fermana girtina wan xwandekaran hatiye dayîn.
Xwandekarên ku hatine girtin navên wan; Zanyar Ehmedpûr, Muslim Sulêymanî, Erşed Etabek in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin