300 sînemageran ji bo fîlmên Îsraîlî Festîvala Venedîkê protesto kirin

30 August 2024 14:18 0 dîtin
300 sînemageran ji bo fîlmên Îsraîlî Festîvala Venedîkê protesto kirin

PeyamaKurd - Di demekê de ku şerê li Xezzeyê didome û Îsraîl bi binpêkirina mafê mirovan û tawanbariya şer tê rexnekirin de, 300 sînemakarên beşdarî Festîvala Fîlman a Venedîkê ku di 28ê Tebaxê de destpê kir û wê heta 7ê Îlonê bidome bune, ji ber nîşandana du fîlmên Îsraîlî, bi îmzekirina nameyeke festîvalê protesto kirin.

Sînemakarên ku nameya protestoyê îmze kirin ku di nav wan de derhênerê Îtalî Enrîco Prentî, muzîkjen Alessandro Borînî, leyztikvan Niccolò Cînî, Simona Cavallari û Chiara Bacchetti jî hene, bi daxuyaniyekê armanca protestoya xwe ragihandin.

Ji bilî derhênerê ereb Hanî Ebû Esed û leyztikvan Selah Bakrî, gelek hunermend jî di nav wan kesan de ne ku nameya vekirî îmze kirine.

Di nameya vekirî de ev daxuyanî hatin dayîn: “Em hunermend, sînemager û xebatkarên çandê yên ku li jêr îmzeya wan heye, bi nîşandana du fîlmên Îsraîlî hevkariya Festîvala Venedîkê ya bi rejîma apartheidê re (...) red dikin.”

Di nameyê de hatiye destnîşankirin ku festîval li hemberî "Zulma Îsraîlê ya li ser gelê Filistînê" bê deng dimîne.