32 rojnamevanên Ukraynî di ser de hatin kustin

06 June 2022 21:02 0 dîtin
32 rojnamevanên Ukraynî di ser de hatin kustin

PeyamaKurd – Wezîrê Çand û Enformasyonê yê Ukraynayê Aleksandr Tkaçenko, ragihand ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê ango ji 24ê Sibata 2022yan de 32 rojnamevanên ukraynî di şer de hatine kuştin.

Tkaçenko di peyama xwe ya bo Roja Rojnamevanên Ukraynayê de, eşkere kir ku ji destpêka şer ve 32 rojnamevanên ukraynî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Ukraynî bal kişand ser girîngiya rola rojnamevanên Ukraynî di ragihandina şer de û da zanîn, di şerê ligel Rûsya û komên cudaxwaz ê 8 salan de zêdetir rojnamevanan can daye.