Li Xezzayê jimara rojnamevanên hatin kustin giha 158an

06 July 2024 18:16 0 dîtin
Li Xezzayê jimara rojnamevanên hatin kustin giha 158an

PeyamaKurd – Di êrîşên dawiyê yên Îsraîlê yên ser Xezzayê de 5 rojnamevan mirine û bi temamî heya niha jimara rojnamevanên hatin kuştin bû 158 kes.

Di 12 seetên dawiyê de rojnamevanekî jin bi temamî 5 rojnamevan hatin kuştin û ji 7ê Cotmehê heya niha jimara rojnamevanên hatin kuştin bû 158.

Li gor ragihandina hukumeta Xezzayê beşa medyayê ku bi nivîskî ragihandiye, di êrîşên vê dawiyê de rojnamevanên can dane ev in:

“Rêvebirê şîrketa Deep Shot Medya Produksiyon Sadi Mudevvih, rojnamevan Edib Sukkar, Rezak Ebu Şekyan û Emced Cehcuh û hevjîna wî ku di Zankoya Îslamê ya Xezzayê de bernamegera radyoye, Wefa Ebu Daban in