“33 fuzeyên Katyûsa nêzî baregeha Taci yê ketin”
PeyamaKurd- Fermandariya Operasyonên hevpar ya Iraqê ragihand ku bi 33 fuzeyên Katyûşayê nêzî baregeha Taci yê xistine ku baregeh leşkerên hêzên koalîsyonê dihewîne. Di nav hefteyekî de ev cara duyê ye ku bi fuzeyan li baregeha Tacî yê dixin.
Li gor ragihandina fermandariyê; êrîş bi wextê Iraqê siet di 11.00an de çêbûye. 33 fuze li nêzî navenda parastina hewayî û baregeha Tacî yê ketine. Di beyanê de hat ragihandin ku 7 bataryayên ku fuze bi wan hatine avêtin ketine dest. Li navçeya nêzî baregeha Tacî yê ya bi navê Ebû Zamê 24 bataryayên fuzeyên Katyûşa ku bo avêtina fuzeyan amade ne, hatine îmhakirin.
Di êrîşê de hinek leşkerên Iraqî ku di sîstema parastina hewayî de wezîfedarin hatine birîndarkirin. Fermandarî soz da ku ew kesên hukumraniya Iraqê îhlal dikin, kiryarên wan dijminane ne û wê wan bigrin û derxin ber dadgehê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin