35 jinên revandî hatin rizgarkirin

16 June 2022 23:14 0 dîtin
35 jinên revandî hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Li rojhilatê Nîjeryayê li eyaleta Anambrayê 35 jinên ku hatibûn revandin û di apartmana bi navê “fabrika bebek” de dihatin girtin, hatin rizgarkirin.

Berdevkê polîsê Anambra Toçukwu Îkenga, ragihand ku polîs ji binehciyan agahî sitendiye û li ser îxbaran operasyon kiriye ser devera Nikporê. Avahiya ku jin tê de hatine tesbîtkirin, jinên revandî ne, avêtine ser avahiyê û 35 jinana rizgar kirine ku di nav wan de 4 ji wan bi hemilbûne.

Îkenga ragihand ku li ser revandinê 3 kesan xistine binçav û di operasyonê de pere, sîlih û mûhîmmat xistine dest.

Tê gotin ku jinên bi hemil direvînin û zarokên wan yên çêdibin wan di rêyên nerewa de difroşin.