4 kesên ku ji Rojava diçûn Bakûr hatin girtin
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê ragihand ku 4 kesên ji Rojava (Sûriyê) derbasî Bakûrê Kurdistanê dibûn hatin girtin. Wezaretê di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Li ser sînor, têkoşîna bi derbasbûna di derveyê qanûn de dewam dike. Hêzên me yên ser sînor 4 kesên ku ji Sûriyê derbasî nav sînorê me dibûn, girtin ku di nav wan de yek ji mirovên rêxistina PKK/PYD/YPG ê ye.”
Wezaret navên 4 kesan û ciyê ku xwestina tê de derbasî aliyê Tirkiyê bibin negot.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin