40 dewletên endamên NY bang li Hûsiyan kirin da xebatkarên NY berdin

13 June 2024 22:23 0 dîtin
40 dewletên endamên NY bang li Hûsiyan kirin da xebatkarên NY berdin

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê xebatkarên Neteweyên Yekgirtî revandibûn û li ser bûyerê 40 dewletên endamên NY bang li Hûsiyan kirin ku girtiyan berdin. Ji ber rewşa mirovî li Yemenê xerabe gelek kes di bin sîwana NY de vdixebitin. Nûnera daîmî ya Îngîltere ya NY Barbara Woodward, di avahiya NY de li ser navê 40 welatan daxwuyanî da û got:

“Em desteserkirina xebatkarên NY yên dîplomatîk û nûnerên wan şermezar dikin. Îngîltere û 39 welatên endamên NY bang dikin ku girtiyan yekser û bê şert berdin.”