Endamên PDKÎyê li ser sehîdkirina 2 Pêsmergeyên Rojhilat banga tolhildanê kirin!

31 May 2021 21:04 0 dîtin
Endamên PDKÎyê li ser sehîdkirina 2 Pêsmergeyên Rojhilat banga tolhildanê kirin!

PeyamaKurd – Şeva 29ê Gulanê li ser rêya di navbera Pîranşar û Mihabadê de pasdarên rejîma Îranê êrîşî tîmeke PDKÎyê kiribûn û 2 Pêşmergeyên Rojhilat şehîd bûbûn.

Endamên Partiya Demokrata Kudistan – Îranê (PDKÎ) li ser şehîdbûna Pêşmergeyan banga tolhildanê kirin.

PDKÎ li ser medya civakî bi dîmeneke ji Urmiyê ku diruşma tolhildanê hatiye li ser dîwarekî hatiye nivîsandin got, “Li Urmiyê peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin. Endamên PDKÎ li bajaroka Dizeya Mirgewer a ser bi Urmiyê digel rêbaza şehîdên vê dawiyê yên PDKÎ peyman nû kirin. Endamên PDKÎ li bajeroka Dizê, bi nivîsîna siloganan dane zanîn, toleya xwîn bi xwîn” tê hildan.”