Li Rojhilatê Kurdistanê pêla girtina Kurdan: Ji endamtiya PDKÎyê tên cezakirin
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê ev demek e pêleke girtina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve dest pê kiriye ku herî dawî, 5 welatiyên Kurd hatin girtin û 2 jî hatin mehkûmkirin.
Çavkaniyên herêmê diyar kirine ku 4 welatiyên Kurd ên bi navê Mîlad Mirwetî, Mihemed Emînî, Alan Hemecan û Pûrya Nesîrî li bajêrê Mihabadê ya Rojhilata Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.
Hate zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Îranê ti sedem ji bo desteserkirina wan kesan eşkere nekirine.
Li bajarê Sineyê jî welatiyekî bi navê Saman Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin û bo Girtîgeha Şaramferiyê ya Sineyê hatiye şandin.
Herwiha li bajarê Pîranşar ê Urmiyeyê jî kesekî bi navê Mûhsîn Qadirî yê 30 salî yê xelkê gundê Gezgezkê bi biryara dadgehê bo Girtîgeha Nexedeyê hate şandin ku bi tometa endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) 2 sal û 6 meh ceza li ser hatiye sepandin.
Dîsa roja duşemê li bajêrê Şinoyê jî welatiyekî bi navê Şefîh Babekirî yê 34 salî yê xelkê gundê Kanîreşê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajar ve hate girtin ku ew jî bi tometa endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi 2 salan hatiye cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin