Li Rojhilatê Kurdistanê wê rejîma Îranê bi mangirtina gistî bê protesto kirin

22 December 2021 18:34 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê wê rejîma Îranê bi mangirtina gistî bê protesto kirin

PeyamaKurd – Piştî bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî, xelkê Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dide û çalakiyeke protestokirina rejîma Îranê dide destpêkirin.

Roja 19ê Kanûnê hatibû ragihandin ku girtiyê siyasî yê kurd Heyder Qurbanî bi awayekî veşartî li girtîgeha bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê hatiye bidarvekirin û ev jî bû sedema nerazîbûneke berfireh di nav gelê kurd, partî, saziyên sivîl û siyasî de.

Komek çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê jî bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kirin, sibê 23yê Kanûnê mangirtina giştî bikin û nerazîbûna xwe li hember bidarvekirna Qurbanî û girtiyên din yên kurd nîşan bidin.

Di peyama hatiye belavkirin de, ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê tê xwestin ji malên xwe dernekevin û neçin ser kar, dikanên xwe venekin û nerazîbûn û hêrsa xwe li dijî zilm û zordariya rêjîma îslamî ya Îranê ya li hember kurdan nîşan bidin.

Li gorî agahiyan niha 3 girtiyên din yên siyasî yên Kurd ên di girtîgehên Sine û Ormiyê de ne, li benda îdamê ne ku navê wan; Mihyedîn Îbrahîmî, Şakir Bêhrûzî û Mihemed Rehîmî  ye.