5 endamên koma bazirganiya mirovan li Bexdayê hatin girtin

15 August 2024 11:36 0 dîtin
5 endamên koma bazirganiya mirovan li Bexdayê hatin girtin

PeyamaKurd – Di operasyona ku li navenda bajarê Bexdayê hat lidarxistin de 5 endamên koma ku revandin û bazirganiya mirovan dikirin hatin girtin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin sitendin, polîsên Kerxê li herêma Seydiyeyê girtin ser avahiyekê û 5 kesên ku yek ji wan Bengladeşî ye ku endamên koma ku bi revandin û bazirganiya mirovan re mijûl dibûn, girtin.

Di operasyonê de keça revandî ya di sala 2006an de ji dayik bû hat berdan, di lêgerîna li avahiyê de çekek û 3 bombeyên destan hatin desteserkirin.