5 kesên ketin peyî dîtina Tîtanîkê, wenda bûn!
PeyamaKurd- Ji aliyê Hêzên Ewlehiya Peravê ya Amerîkayê ve hat piştrastkirin ku 5 kesên ku bi keştiya bin deryayê ketin peyî dîtina bermahiyên keştiya Tîtanîkê, di Okyanûsa Atlantîkê de wenda bûn.
Hat diyarkirin ku di gera ku ji aliyê kompaniya taybet OceanGate Expeditions ve ji bo bermahiyên Tîtanîkê hat organîzekirin de di derbarê keştiya bin deryayê ku li Okyanûsa Atlantîkê wenda bû de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku gotinên ku ew kes di okyanûsê de wenda bûne, rast in.
Asayîşa Peravê ya Amerîkayê diyar kir ku piştî ku keştiya bin deryayê ber bi kavilên keştiya Tîtanîkê dest bi noqbûnê kir, bi qasî saetek û 45 deqîqeyan pêwendiya wan qut bû û ev zêdetirî 24 saetan e ku keştiya bin deryayê wenda bûye.
Hat zanîn ku balafirên çavdêriyê yên her du hêzên deryayî yên Amerîka û Kanadayê jî piştgiriyê didin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê.
Di kûrahiya 3800 metiran de ye
Bermahiyên keştiya Tîtanîkê, li bin Okyanûsa Atlantîkê di kûrahiya 3 hezar û 800 metreyî de ye û bi qasî 600 kîlometir dûrî peravên Newfoundland a Kanadayê ye. Tîtanîk, keştiya herî mezin a dema xwe ye ku di sala 1912yan de di sefera xwe ya yekem a ji Southamptona Brîtanyayê, ber bi New Yorka Amerîkayê, bi qeşayê re li hev ketibû û ji 2200 rêwiyan û xebatkarên balafirê herî kêm 1,500 miribûn.
Bermahiyên Tîtanîkê, ji sala 1985an û bi vir ve bi berfirehî tên lêkolînkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin