Hewlêr | Li Koye 3 kesên bi kolerayê ketine hatin tomarkirin

15 September 2024 09:54 0 dîtin
Hewlêr | Li Koye 3 kesên bi kolerayê ketine hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navçeya Koye ya Hewlêrê 3 kes bi nexweşiya kolerayê ketine û têne dermankirin.

Rêveberiya giştî ya tenduristiya Koye hişyarî da hemwelatiyên sînorê navçeya Koye ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê û li ser peydebûna nexwaşiya kolerayê ragihand: “Yek kes li qeza Koye û du kesên din jî li nehiyeya Teqteq a Koye bi nexwaşiya kolerayê ketine.”

Rêveberiya giştî ya tenduristiya Koye daxwaz ji hemwelatiyan kir, tevdîrên xweparastina ji wê nexwaşiyê bicih bînin, girîngiyê bidin paqijiyê, çavkaniyên avên paqij bikar bînin û dema sebze û fêkî tê xwarin jî divê baş bê şûştin û qasê ku ji dest bê divê ji derve xwarin neyê xwarin û tiştên ku li derve serê wan nayê girtin neyên xwarin.

Ji hewmelatiyan hate xwestin, di dema hebûna zikçûnên tund de serdana nexwaşxaneyê bikin û wiha hate gotin: “Tîmên tenduristiyê bi berdewamî li ser erk in û kontrolên ji bo çavkaniyên avê, cihên kar û xwaringeh û cihên ku guman lê tê kirin serdana wan dikin ku piştrastî çêbe jê û pêşî li belavbûna nexwaşiyê bê girtin.”